BURSA (DÎHA) - Heyata CPT, ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 5 hikûmxwarên li Îmralî re hevdîtinê çêke, 2'yem car çû Grava Îmraliyê. Heyet piþtî çû Îmraliyê lêkolîn kirin, ji Îmralî vegeriyan.
Heyeta ku duh ligel Serokê CPT'yê Mauro Palma jî di navde ji 6 kesan pêk dihat, bi Midûrê Giþtî yê Malên Tevkîfan re çûbû Grava Îmraliyê, piþtî lêkolîn kirin vegeriyan. Heyat CPT'yê ku duh êvarî ji gravê vegeriya û þeva xwe li Bursayê di otelekê de derbas kir, îro di saetên sibê de dîsa çû grava Îmraliyê. 3 endamên heyetê, bi wesayita plepaya 16 FD 001'an ve çûbû Fermandariya Herêmê ya Cendirmeyan û li wir bi helîkopterekê derbasî gravê bûn. Heyat ku di saetên sibê de çû Îmraliyê, ragihand ku bi Ocalan û 5 hikûmxwarên ku nû sewqî gravê kirine re hevdîtin çêkirine. Rayedarekî ji xebatkarên çapameniyê yên ji otelê ve çûn re diyar kir ku di vê astê de tu agahiyan nadin û got ku hind dosyayan amade dikin û piþt re dê aþkare bikin.
Li aliyê din 3 kesên ku neçûn gravê bi mînîbûsa aîdî Wezareta Dadê, ji bo bi Serdozgerê Komarê Saît Gurlek re hevdîtinê çêkin hatin Edliyeya Bursayê. Heyet, li vir di serî de bi Gurlek û bi dozgerên din re cuda cuda hevdîtin çêkirin û saet di 13.30'an de jî ji Edilyeyê vegeriyan. Endamên CPT'ê piþtî lêkolînê bi helîkopterek leþkerî derbasî Stenbolê bûn.

|